In addition to composing poetry, he has also written stories. Some of his stories have been published in book and some have been published in newspapers.
There is no proper translation of the text
Part of the relevant biographical text is taken from the main dialect, which is one of the dialects of Kurdish language.
...Q.Mirad nava emrê xweyî efrandarîêda gelek cara berbirî zargotina meye dewlemend bûye, nimûnêd wê veçêkirine. Ewî ç’îrok denîsin.(“Ç’îroka Mîrze Meh’mûd”, “Qadirê neç’îrvan”, “Dîwana kulîlka”, “Gurganî Zîndanî” û yêd mayîn). Çawa nava ç’îrokê cimetêda, usa jî nava ç’îrokê Qaçaxê Mirade veçêkirîda merîê qenc altindarîê dibin, merîê nep’ak têne altkirinê. Ew ç’îrok bi çapa sivik hatine nivîsarê.
Efrandinê Qaçaxê Mirad we’dê başqe-başqeda bi çend zimana (ûrisî, ermenî, gurckî) hatine tercmekirinê. “Ênsîklopêdîa sovêtîêye mezin”-da derheqa wîda hatye nivîsarê. Kovar û rojnemê kurdê welatê derekeye progrêsîv jî derheqa wîda nivîsîne û efrandinê wî neşir kirine.
Qaçaxê Mirad jî hindava xweda lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi tercmê tezeva daye dewlemendkirinê. Ewî gelek efrandinê şayîrê ûrisa klasîk û we’dê nha tercmeyî zimanê kurdî kirine.
Nava emrê xweyî efrandarîêda Qaçaxê Mirad usa jî nivîsara vekirîva mijûl bûye. Çend serhatîê wî rojnema “Rya teze”-da neşir bûne.
Vê berevokêda, ku rehmetî hela saxya xweda hazir kiribû û teslîmî neşiretê kiribû, ew serhatî cîwar bûne, ku ewî salê başqe-başqeda nivîsîne. Cîkî mezin p’ara romana wîye “R’ev û sit’ar”-e pêşin digre, ku sed yazix nîvcî ma, nivîskar pêr’a negîhand wê temamke.
P’aê serhatya p’irê derheqa Şerê Wetenîêyî mezindanin, t’evgelekî kîjanî nivîskar bi xwe bûye. Serhatîê bi vê têmaê mînanî bîranînane: nivîskar derheqa wê yekêda dinivîse, çi ku ber ç’evê xwe dîtye. Wanda nîşandayîna wetenh’izya merivêd sovêtîê, dostî û bratya wan cîkî mezin digre. K’emaleke van serhatyaye mayîn jî ewe, wekî fikra wane terbyetkirinêye mezin heye.
P’ara romana “R’ev û sit’ar”-e pêşinda emrê p’areke cimeta kurdaye berî rêvolyûsîaê li qeza Qersê tê nîşandayînê. Ew cî gelekî hukumî ser merya dikin, li k’u nep’akya sinifa k’edxur, dostya cimetê kurda û ermenya, erf-edet, deba cimeta me têne nîşandayînê. P’evgirêdana Xêço, Eslan, ewledê wan, dostîê, şerkarya wane tomerî miqabilî zulmkara cîkî sereke digrin. Ev p’ara romanê bi dema r’evêva kuta dibe û fer’ih’ tê k’ivşê, wekî peyhatina wê wê hebûya.
Em bawerin, wekî ev berevoka Qaçaxê Mirade vekirî nava lîtêratûra meye tezeda wê cîê xweyî layîq bigre.
Qaçaxê Mirad “Min çi dît”,(rûê 3-8)-1981